KR EN  
 
     
  Kurtejiyana Rojday

Rojda li navçeya Misirca Sêrtê hatiye dinê û dibistana seretayî li wir xwendiye. Ji bo xwendinê çûye Stenbolê.
Bi çûna Stenbolê re dest bi xebatên hunerî kiriye. Di nava Koma Gulên Xerzan de cî gitiye ku ev kom ji aliyê kekê wê Çiya ve hatibû avakirin.
Di sala 1992’yan de komê yekemîn berhema xwe tomar kir lê ji ber astengiyên wê demê û ji ber hin astengiyên din nehate belavkirin.
Ji sala 1993’yan û vir ve, komê xebatên xwe di bin banê Navenda Çanda Mezopotamya NÇM’ê de dewam kirin.
Di sala 1994’an de komê bi navê “Ji bîr nabin” berhememek din tomar kir û bi awayekî profesyonel derket pêşberî hezkiriyên muzîka kurdî.
Koma Gulên Xerzan di sala 1997’an de bi berhema xwe ya bi navê “Sonda Me” di nava dilê guhdarên xwe de textek ji xwe re çêkir.
Di nava berhema “Sonda Me” de, Rojda bi strana “Helîmcan”ê bû stêrka komê û strana “Helîmcanê” jî ji bo Rojdayê bû stêrka asîmanê hunera kurdî. Êdî wisa pê hatibû ku her kesî xwediyê wî dengê zîz û bi hêz meraq dikir.
Rojdayê bi vîneke bêhempa xebatên xwe yên hunerî dewam kirin. Di serdemeke wisa de ku li aliyekî zext û zora dewletê li ser çanda kurdî hebû, li aliyê din jî zext û zora civakê li ser jinan berdewam bû, lê dîsa jî nekarîn rê li ber pêşketin û têkoşîna hunerî ya jina kurd bigrin. Rojdayê jî bi xebatên xwe ev yek diselimand û ji bo têkoşîna jinan jî dibû hêviyeke xurt.
Stêrka hurenî ya Rojdayê her ku diçû geş dibû. Bi xebatên xwe yên hevpar jî hêz dida heval û hogirên xwe. Bi xebatên hevpar ên wekî Şahiya Stranan 2 û 3 careke din di nava dilê guhdaran de cî girt.
Di sala 2005’an de berhemeke din a Koma Gulên Xerzan bi navê “Rûkena Min” hate tomarkirin. Di nava berhemê de performansa Rojdayê derkete pêş û di warê muzîkal de ciyekî taybet girt. Kilîbên stranên “Memed Kanî” û ”Eliyo Dîno” deng vedan û di festîvala kilîban a Zaxoyê de ji bo dereceya yekem wekî namzed hatin nîşandan.
Rojdayê di nava xebatên tomarkirin û amedekirina albûmên bi navê Şahiya Stranan 2-3 de jî cih girt.
Rojda di sala 2006’an de ji koma Gulên Xerzan vediqetiya û berhema xwe ya solo bi navê “Sebra Min” tomar kir.
Di sala 2011’an de jî berhema xwe ya duyem a solo bi navê “Rojda Hat” diyarî hezkiriyên xwe û dildarên muzîka kurdî kir.
 Di sala 2012’an de jî berhema Rojdayê ya ku ji arşîvan stranên wê pêk tê, bi navê “Stranên Hilbijartî” hate tomarkirin.

   
   
   
         
JÎNENÎGARÎ   |   KURTE JÎYAN   |   BERHEM   |   FOTOĞRAF   |  LÊNUSKA MÊVANAN   |    TÊKÎLÎ
         
© ROJDA - 2015